Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 20 salên derbasbûyî de nêzî niv milyon kes bûne qurbaniyên bûyerên hatûçûnê

11:34 - 5 Kanûna pêşîn 2021

Rêyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedema standardnebûn, nûjennekirin û nebûna bûdceya hewce, roj bi roj xirabtir û metirsîdartir dibin.

Saziya Pizişkiya Dadwerî ya rejîma Îranê di raporekê de belav kiriye ku di 6 mehên destpêka Îsal de 8 hezar û 644 kes di bûyeran hatûçûnê de canê xwe ji dest dane û  nêvinciya canjidestdanan, rojane 46.5 kes bûne û herwisa di heyama 20 salên derbasbûyî de jî nêzî 500 hezar kes di bûyerên hatûçûnê de canê xwe ji dest dane.

Rêjeya canjidestdan a bi sedema bûyerên hatûçûnê li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê di beranber welatên din de gelek zêde ye;  Xirabbûn û nûjennekirina rêyan, kevinbûna maşînan, standardnebûna maşînên ku di Îranê de têne berhemanîn û herwisa nebûna çavedêrî li ser rêyan sedemên serekî yên canjidestdana xelkê di wan rêyan de ne.

Di rêyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zêdetir ji 5 hezar cihên metirsîdar ên qewimîna bûyerên hatûçûnê hene ku bo çêkirina wan rêyan hewcehî bi zêdetir ji 5 hezar milyard Tumenî heye û  Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê zêdetir ji 10 sal e ku ti bûdceyek bo ewlehiya rêyan terxan nekiriye.