Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê 10 salan de, hezar û 360 kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û birîndarkirin

18:49 - 4 Tebax 2020

Navenda amar a “Kurdpa”ê, amarek belavkiriye ku ji destpêka sala 1390an heya meha Gelawêj a îsal 1399an, serhev, hezar û 360 kolber hatine kuştin û birîndarkirinê

Pêka wan amaran, ji wan hezar û 360 kesan, 469 kes hatine kuştin û 864 kes jî hatine birîndarkirin.

Ew amare dide xuya ku %79 a kolberên ku hatine kuştinê, bi teqeya rasteraste hêzên rejîmê ve bûne û %6 bi sedema teqîna mîn û sir û sermayê bûne herwisa %4 bi sedema kevtina ji bilindahiyê û 11 kes jî bi hegerên dinê hatine kuştin û birîndarkirin.

Ji wan  hezar û 360 kolberan, 18 kes temenê wan kêmtir ji 18 salan bûye.

Çawaniya kuştin û birîndarbûna wan kolberan wiahaye:

Hezar û 20 kolber bi sedema teqeya resteraste hêzên rejîmê

73 kes bi sedema sir û serma û reniyê

73 kes bi sedema teqîna mînan

54 kes bi sedema veresiyan ji bilindahiyê

36 kes bi sedema şimitîn bo naw Av a çeman di dema revîn ji destê hêzên rejîmê

6 kes bi sedema lêdan û îşkenceya ji aliyê hêzên rejîmê ve

11 kes bi sedema teqeya hêzên Tirkiyê

12 kes bi sedema rawestiyana dil di dema kolberiyê de

1 kes bi sedema ketin di bin bar de

5 kes bûserûşûn

1 kes qet`ia nixa`ê

1 kes bi sedema fetisînabi bi gazê di naw xêvetê de

6 kes bi sedema topbaranên rejîma Îranê li ser sînoran

4 kes bi sedema bombebarana balafirên Tirkiyê di ser sînoran

3 kes bi ji aliyê rejîmê ve bi deset û pêyên girêdayî ji bilindahiyê ve havêtine xwarê

53 kolber jî di dema kolberiyê de rastî bûyerên hatûçûyê bûne û birîndar bûne.

1 kolber jî bi sedemekî neron, canê xwe ji deset daye.

Ew amar ji aliyê rêkxistina “Kurdpa”ê ve hatiye amadekirin û weşandin.