Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê Pitir li mehekê de 64 kes li Îranê hatine bidarvekirin

14:11 - 26 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Li heyama 36 rojan de, 64 girtiyên ku bi sûçên cûrbicûr ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatibûn girtin, hatine bi darvekirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, û li gorî çavkaniya nûçegihaniyên çalakên mafên mirov, li destpêka meha Çileya Paşîn heya 24’ê Şibat a 2013’an, 64 girtî bi sûçên cûrbicûr li girtîgehên Îranê de, li ber çavê xelkê hatine bidarvekirin.

Di nav van 64 hevwelatiyên ku hatine bidarvekirin ,hevwelatiyeke “Efxanî” ku li Îranê de hatibû girtin, hatiye bidarwekirin.

Li gor madeya 3’an a carnameya Cîhanî a mafê mirovan, “Her kesekê mafê jiyan, azadî, tenahiya takekesî”heye û tu kes û aliyek nikare jiyana keseke din lê bistîne.

Benda 1’a madeya 6’ê Danezana Gerdûnî ya Mafên sivîl û siyasî, bas ji vê dike, mafê jiyanê, mafeke siroştî ê her kesekê ye û mafê han divê li gor yasa yê bihê parastin û tu kesek nikare biryara dawî anîna jiyana keseke din bide.

Rejîma Îranê jibilî vê hindê ku yasaya han berçav nagire, bi awayeke berbilav cezaya bidarvekirinê birêve dibe.

Piraniya wan kesên ku dihên bidarvekirin ji aliyê dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê ve, sûça wan qaçaxa madeyên hişber tê ragehandin.

Rejîma Îranê di bidarvekirinê de pileya duhem li cîhanê de heye.