Navenda amariya malpera “Online” ya ser bi rejîma Îranê, di nûtirîn amara koçkirina xelkê xwediyê birwanameyên bilind daye zanîn ku ji %66 dixwazin ji Îranê derkevin û ber bi welatên derve koç bikin.
Pêka amarên wê malpera navbirî, ev kesên ku dixwazin ji Îranê derkevin ji texên mamoste, xwendevan û pizîşk û perestar in û amara wan ya derkevtin ji welat jî wiha hatiye nivîsîn: “Texên xwendekar û derçûyên zanîgehan ji %40, mamostayên zanîngehan û lêkoler %53, pizîşk û peresdar %45 ye.”
Amara serast ya daxwaziya derkevtin ji Îranê gelek ji vê amara rejîmê zêdetir e, xelk û kesên pispor bi sedema bê dadperwerî, cudatîdanîn, serkut, nebûna ewlehiya canî, malî û karî, hejarî, krîzên siyasî, aborî û civakî dixwazin ji Îranê derkevin.