Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de her sal nêzîkî 100 hezar kes, hewla bidawî anîna jiyana xwe didin

17:15 - 23 Kanûna Paşîn 2022

“Teqî Rostemvend”, cêhgirê wezîrê hûndr û serokê rêkxiravên warê civakî yên Îranê gotiye: Di Îranê de her sal nêzîkî 100 hezar kes, hewla xwekujiyê didin û 5 heta 55 hezar kes ji vê hejmarê, jiyana xwe jidest didin.

Herwisa çend rojan berî niha wî berprisê rejîmê komek amarên derheq zirarên civakî û herwisa rewşa xerab ya warên cuda di Îranê de belav kiriye.

Navbirî di berdewamiya axatina xwe de daye zanîn ku, eger  lêkolîn û çavdêrî derheq zêdebûna karesatên xwekujiyê neyên encam dan, di paşerojeke nêzîk de, Îranê jî di rêza welatên ku rêjeya xwekujiyê  bo wan bûye bi kirîz dê cih bigire.

Pêka amarên rejîmê yên di heyama sala 2021`an de, di Îranê de 100 hezar kesî hewla xwekujiyê daye, û her ev yek jî bûye sedem ku Îranê di nav  welatên cîhanê de , di rêza 128`an de cih bigire.

Pêka amarên han, di Îranê de di heyama sala 2021`an de 4 hezar û 400 kesî dawî bi jiyana xwe anîne.