Saziya Xwarin û Derman a Îranê Îtiraf kiriye, vaksenên qelp ên koronayê di bazaran de têne firotîn û bi awayê taybeî jî di hin cihan de bi pereyeke zêde xelkê vaksîne dikin.
Serokê Saziya Xwarin û Derman di nameyekê de bo Zanîngehên zanistên pizîşkî û xizmetkariyên tenduristî û Dermanî li derheq tejîkirina dubare ya şûşeyên vaksînan hûşdarî daye û pêka gotina bikarhînerên torên civakî û gotina çend mediayên rejîmê, di hin cihên wekî dermanxane, kompaniya, cihê perwerdeya zarokan(Mehd ê Kûdek) de bi awayê neyasayî û qaçax xelk vaksîn kirine û gelek pere ji wan standine.
Pêka gotina xelkê vaksena “Astrazanka her doz bi 7 milyon û 500 hezar heta zêdetir ji 10 milyon Tumenî û Vaksena Fayzêr 21 milyon heta 60 milyon Tumenî hatine firotin.
Taciran bi Îzna rejîmê vaksen li derveyî Îranê kirîne û di bazarên reş de bi pereyeke gelek zêde difroşin û rejîmê ti çavedêriyek li ser wan vaksenan tunîne.
Heta niha çendîn welatên wekî Japonê bêberanber çendîn milyon doz vaksen bo Îranê şandine û egera hindê heye ku ev vaksen ji aliyê tacirên girêdayê rejîmê ve di bazarên reş de, têne firotin.