Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de zêdetir ji 4 hezar kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane

17:00 - 9 Nîsan 2020

Berdevkê Wezareta Tendirustî a Rejîma Îranê Kiyanûş Cehanpûr, daye zanîn ku di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de 1634 kes tûşê vîrûsa "COVID 19"ê bûne, bi giştî 66220 kes di Îranê de tûşê Koronayê bûne.

Pêka gotina Kiyanûş Cehanpûr, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 117 kes bi "COVID 19"ê canê xwe ji dest dane û li ser hev heya niha 4110 kes bi Koronayê di Îranê de mirine.

Ew amarane yên fermî yên rejîma Îranê ne ku ji aliyê berpirsên rejîmê ve bi rojane têne belavkirin, amarên dûr ji rastiyê ne û berpirsên rejîmê amarên serast belav nakin.

Heya niha di cîhanê de nêzî 1 milyon û 500 kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û nêzî 89 hezar û 500 kes jî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane