Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Befranbara 1400`an de: 12 kolber hatine kuştin û birîndarbûn û 3 kolber jî bêserûşûn in

16:50 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Pêka amarek ku ji aliyê Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, di meha Befranbara îsal de, 12 kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin û sê kolberên din jî kevtine nav befr û bagerê de û bêserûşûm in.

Di amara “Kurdpa”yê de wiha hatiye belavkirin:

Li gelempera wê amarê, kolberek bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatiye kuştin û 11 kolberên din jî bi sedema teqeya hêzên leşkerî ji bilindahiyan ve kevtine û bi teqîna mînan birîndar bûne.

Herwisa sê kolberên xelkê gundê “Bawa” ê girêdayê devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê”, li ser sînorê Tirkiyê û bajarê Urmiyê bi sedema hatina befirê û rabûna ba û bagerê wunda bûne û heta niha cehda bo peydakirina wan bê encam maye û heta niha jî xelkê deverê bo peydakirina wan di hewlan de ne.

Çawahiya kuştî û birîndarbûna kolberan li heyama meha Befranbara Îsal:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 8 halet

Berbûn ji bilindahiyan ve: 2 halet

Teqîna mîn: 2 halet

Bêserûşûnbûn bi sedema hatina befirê û rabûna ba û bagerê: 3 halet

Li heyama meha Befranbara îsal, sinorê Newsûdê bi rêjeya 8 kesan zêdetirîn haletên birîndarbûna kolberan bi xwe ve bîniye û herwisa sînorê Baneyê bi rêjeya 4 kolberan pileya duyê bo kuştin û birîndarbûna kolberan heye.

Zaniyariyên zêdetir li derheq kolberan:

Roja Şemî 18ê Befranbarê, kolberek ê bi navê “Osman Mihemedî”, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê Newsûdê seqet bû.  Herwisa li meha Gelawêja sala1399an, birayê wî kolberî yê bi navê “Wezîr Mihemedî”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest dabû.

Roja Înê 24ê Befranbarê, “Mêhran Rehmanî” yek ji kolberên kuştî li ser sînorê Baneyê bû ku digel xalê xwe ê bi navê “Îbrahîm Rehmanî” çûbûne kolberiyê û bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate kuştin û xalê wî jî birîndar bû. “Mêhran Rehmanî” heyamek midehik nebû ku jiyana hevbeş pêk anîbû.