Pêka amarên dawî yên rejîma Îranê, ji 53 xwaruinên ku di bin çavedêriyê de bûne, nirxa 44 corên wan xwarinan bilindtir bûye.
Bi taybet nirxa xwariyên xelkê wekî “nan, biric û dan” li beranber meha Derbasbûyî de %3 zêde bûye
Herwisa goştê sor û sipî di meha Gelawêjê de %7 bilind bûye.
Hêk ku li ser sifreya hemû welatiyan e, di heyama 30 rojan de nirxa her şaneyekê %9 bilind bûye.
Di nav wan xwarinan de, nirxên berhemên werzêriyê bi awayekî berçav ji hemûyan bilindtir in, wekî nirxa gêzer ku zêdetir ji %255 bilind bûye.
Tevî bilindbûna nirxa xwarinan, qursayî û qewareya qutiyên wekî qutiyên şîr him kêmtir û him biçûktir bûye.
Piştî enfilasionê nirxên bûrs, zêr, dirav û xaniyan û herwisa nixa xwarinan bi berdewamî bilind bûne û ew jî nîşandeka enfilasiyonek a gelek dijwartir û ji ast derketî ye ku cezaya wê jî xelk dê bikêşe.