Kurdistanmedia: Di heyamê hevyekê de sê çalakvanên siyasî û kulturî yên Kurd seba zext û givaşên hêzên ewlehiyên rejîma Îranê, mecbûr bûn li welat derkevin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ev sê çalakvanên Kurd xelkê bajarên Serdeşt û Bokanê bûn û bi berdewamî ji aliyê nawenda ewlehiyên rejîmê ve hatine gazîkirin û êrîşên tund ji wan hatiye kirin.
Mihemed Efendî
Mihemed Efendî çalakê kulturî xelkê bajarê Serdeştê yek ji van çalakvanane bû ku bi berdewamî givaş liser bûn û heyamekê jî li girtîgeha îdareya Îtilatê hatibû girtin.
Ev çalakvanê han piştî evê ku li girtîgehê derdikeve û seba evê ku îhsasa tirsê dike, bineçarî diçe derveyî welat.
Mihemed Efendî endamê encumena wêjeya bajarê Serdeştê bû û hevden jî weke çalakvanekî parêzerê jîngeha bajarê Serdeştê ektîv bû.
Mihemed Aramiyan xelkê Bokanê yek din ji ev kesaneye ku seba givaşên ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiay Îranê welat bicî hêlaye.
Ev çalakvanê siyasî yê han çendîn caran bi tawana endamê yek ji partiyên Kurdî gazî kirine îdareya îtilatê û xistine jêr givaş û binçavkirin.
Mihemed Aramian a niha li derveyî welat jiyan dike û xwediyê lîsansa şîmiyê ye.
Ji aliyek din ve çalakvanekî kulturî yê Kurd bi navê Silêman Xizrî û xelkê Serdeştê çarevivîsa vî jî weke wan her du çalakvanane ye.
Silêman Xizrî
Silêman Xizrî dêkomênt saz û hevalnêrê deng û rengê parêzgeha Urmiyê seba evê ku çendîn fîlm li ser kuştina kolbrên Kurd çêkiribû, ji aliyê hêzên Îtilatê hat binçavkirin.
Herweha ev dêkomênt saze çendîn wênên zevkirî li serbirîna ajelên xelkê bajarê Serdeştê berhem anîbû ku ji aliyê hêzên sipaha pasdaran rejîma Îslamiya Îranê ve ev kare hatibû kirin.
Çavkanî: Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa
Kurdistanmedia