Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera xelkên gundekî Newsûdê û hêzên rejîm pevçûn derket

22:12 - 30 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ser sînor (Hengê Merzî)a Newsûdê bi hinceta zewtkirina kelupalên kasibkaran rijiyane nav gundê Neyîsane û bêhurmetiyakî zor bi xelkê vî gundî kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî berwar 29’ê Hezîran a 2013’an, hêzên ser bi Henga Merzî li gundê Neyîsane dest li ser kelupelên kasibkaran û xelkên vî gundî girtin.
Di encama tekuşîna hêzên rejîm, şer û pevçûna xelkê û hêzên rejîma Îslamiya Îranê çêbû.
Hêzên rejîm pişkek ji kelupelên kasibkaran li gel xwe birin û akinciyên gundê Neyîsane bi hinceta wergirtina kelupelên li ber deriyê Henga Merzî li meyîdana Muelîm a bajarê Newsûdê kom bûn.
Hejmarek ji kasibkar û kolberên devera Newsûdê li cihekê bi navê “Perwînî” roja çarşemî 26’ê Hezîrana 2013’an, kevtine ber boseya hêzên Hengê Merziyên bajarê Pawê.
Hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ew kolber û kasibkarane dane ber gulleyan û piştre dest danîne ser hemî kelupelên wan. Di encama wê destdirêjiyê de10 ser hespên wan kolberane hetin kuştin.