Di nexweşxaneya “Tohîd” ya taybet bi nexweşên Korona yê di parêzgeha Sineyê de pirsgirêka kêmbûna emrazên Oksîjenê heye û nexweşên tazepêketî ji Oksijena hewce di wê nexweşxaneyê de bêpar mane.
Roja Şemî, 27`ê Hezîranê, Berpirsê Zanîngeha zanistên Pizîşkî yê parêzgeha Sinê, “Ferzîn Riza`î” baskiriye ku 3 emrazên berhemanîna Oksîjenê di nexweşxaneya Tohîd de hene ku bi qasa hewce nînin ku bikarin bo hemî nexweşên Korona yê di wê nexweşxaneyê de, Oksîjena hewce berhem bînin û me bi neçarî hindek jiwan nexweşên Koronayê weguhastine bo nexweşxaneyên din yê bajarê Sinê.
Herwisa navbirî baskiriye ku: “Di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 130 kesên din tûşî vîrûsa Koronayê bûne û 7 kesan jî, canê xwe ji dest dane”û belavbûna vîrûsa Korona yê di bajarê Sineyê de ji asta sor jî derbasbûye.
Herwisa di parêzgeha “Xûzistan” û bajarê “Qum”ê de belavbûna vîrûsa Koronayê ji asta sor jî derbasbûye.
Bajarên “Ehwaz” û “Qum”, di asta herî metisîdar a belavbûna vîrûsa koronayê dene.
Di bajarê “Yasûc”ê de, êdî kadrên dermanî ku gelek kêmin, bi sedema westiyanê nikarin karên xwe bidomînin.