Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nexweşxaneyên taybet bi Koronayê li bajarê Urmiyê cih bo nexweşên nû nîne

11:06 - 24 Îlon 2020

Nexweşxaneyên bajarê Urmiyê bi sedema zêdebûna razandina pêketiyên Koronayê pir bûne û cih bo razandina nexweşên Koronayê bi awayê standard nemaye ku rewşeke metirsîdar e.

Roja Çarşemî, 23ê Îlonê, Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî û Xizmetkariyê Dermanî û Tenduristî yê parêzgeha Urmiyê, “Cewad Aqazade”, ragihand: “Niha nexweşxaneyên taybet bi Korona di bajarê Urmiyê de, zêdetir ji hejmara standarda xwe, nexweşên Koronayê verdigrin û nexweşiya Korona di wî bajarî de bûye krîz û hejmara razandina pêketiyên Koronayê dem bi dem zêde dibe”.

Navbirî tevî îşarekirin bi hejmara 700 kesî ya razandiyên nexweşiya Korona di nexweşxaneyan de da xuya, ku ji wê hejmarê bi tenê 150 kes di “ICU”yê de hatine razandin û xizmetkariyên hewce bi wan re têne dan.

Vîrûsa Korona di parêzgeha Urmiyê de bi awayekî berfireh belav dibe û di bajarê Selmasê de 6 mamosta û çendîn xwendevanên dibistanê tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Herwisa “Cewad Aqazade” got: “Niha bi tenê bikaranîna mask û parastina mewda di civakê de dikare lezgîniya belavbûna vîrûsa Koronayê rawestine”.

Bernameyên nezanistî yên rejîmê bona parastina canê xelkê ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê yek ji sereketirîn hegera lezgîniya belavbûna wê vîrûsê ye, û despêkirina demsala xwendin û perwedê di xwendingahan de yek ji wan şaşiyên rejîmê ye ku emraz û alavên hewce bona berevanî ji canê xwendevanan tinînin.