Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

di nêzîkbûna sersal û cêjna newrozê de, xelkê Îranê şiyana kirîna hewcehiyan tunînin

18:11 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Di demekê de ku çend rojek bo sersala nû, û cêjna newrozê maye, lê, bi sedema bilindbûna nirxan û hejariyî, piraniya xelkê Îranê şiyana kirîna hewcehiyên cêjnê tunînin.

Pêka nûçeyên rojane yên ku di media û torên civakî de belav dibin, pareke zêde ji xelkê Îranê îsal di rewşa herî xirab a aborî de jiyan dikin, û wekî caran şiyana xwe amadekirinê bo pêşwazîkirin li sersala nû û cejna Newrozê tunînin, û heya şiyana kirîna êmîş û şîrîniyan û herwisa wekî berê bixwe kincan bikirin yan jî biçin bo serferê,tunînin.

Dewlet li ser siyasetên şaş û dijî gelî yên rêjîma Îranê, bi taybetî piştî dorpêçên aborî yên lidijî rejîma Îranê, roj lipey roj, zêdtir bihatî, hejarî û betalî, perê xwe bi ser xelkê welat de avêtiye.

Niha xelk ji caran zêdtir rastî sivkatiyên rêjîm, û hejaryeke bê sînor dibin, û çavê wan ji destê berpirsên dewletê ye ku, xêra destê berpirsên rêjîmê wekî “sebeta kala” wê bo newrozê bigihîje wan yan ne.