Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Luristanê de zêdetir ji 100 yekeyên pîşeyî ên berhemanînê dayxistî ne

12:51 - 30 Çirriya paşîn 2021

Zêdetir ji 100 kargehên pîşeyî ên berhemanînê li parêzgeha Luristanê bi sedema sekinîna kar, alavên wan tûşî rizîbûnê bûne û 250 yekeyên pîşeyiyên din bi sedema pirsgirêkên bankan û nebûna sermaye rastî dayxistinê hatine û rêjeya li serkarderxistina kedkarên roj bi roj zêdetir dibe.

Pêka amarên rejîmê, di parêzgeha Luristanê de hezar û 200 derfetnameyên pîşeyî hatine tomarkirin ku %97 a wan derfetnameyan ên yekyên biçûk û navendî ne û %30 wan bi tevawî hatine dayxistin û %70 jî bi 20 heta %100 a şiyana xwe kar dikin ku roj bi roj rêjeya derxistina kedkaran û dayxistina wan yekeyan zêdetir dibin.

Dî parêzgeha Luristanê de 100 yekeyên pîşeyî bi yekcarî hatine dayxistin û 250 yekeyên din ên pîşeyî bi sedema pirsgirêkên malî û nebûna sermaye û herwisa pirsgirêkên bankan, ber bi dayxtina yekcarî ve dîçin û xwediyê wan yeke û kargehên pîşeyî bo berdewmkirina karê yekeyên xwe û dabînkirina hewcehiyan bere bere kedkarên xwe li ser kard derdixin û ber bi dayxistina yekcarî ve diçin.

Eger rewş wiha berdewam be piraniya yekeyên pîşeyî dê bêne dayxistin û tevahiya kedkarên wan bê kar bimînin.