Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Sineyê de %50 a zêrên Îranê tê berhemanîn

12:44 - 8 Îlon 2020

Serokê Saziya Pîşe, Kangeh û Ticaret a parêzgeha Sineyê, “Mihemed Derêwezmî”, daye zanîn ku %50 a zêrên Îranê di wê parêzgehê de tê berhemanîn.

Roja Duşemî, 7ê Îlonê, Serokê Saziya Pîşe, Kangeh û Ticaret a parêzgeha Sineyê, “Mihemed Derêwezmî”, di civinekê de ragihand: “Ji kangeha zêr a çiyayê “Zerdkêw” a parêzgeha Sineyê, 1 hezar û 200 kes kar dikin û 4 hezar û 500 kîlo zêr hatiye berhemanîn ku sala derbasbûyî, 50 milyard tumen wekî bac hatiye dan ku di navbera bajarvaniyan de hatiye dabeşkirinê û beşê dewletê jî bi hisaba xezînedariyê hatiye rijandin û eva nîşan dide ku zêdetirîn mifah ji kangehên Parêzgeha Sineyê tê vergirtin”.

Rejîma Îranê bi talanbirina kangehên zêr yên deverên Kurdistanê, dahata wê bo xelkê wan deveran xerc nake û bona cîbicîkirina siyasetên rejîmê tê bikaranîn.

Herwisa wî berpirsê rejîmê got, karên cîbicîkirina zincîreyî ya pola di Parêzgeha Sineyê de dest bi kar kiriye û niha 1 hezar û 500 ton konsantre hatiye berhemanîn ku bona berhemanîna hesin û polayê dê bikar bê.

Tevî wan hemû çavkaniyê bin erdî yên deverên Kurdistanê, dîsanê jî kolberî, hejarî, bêkarî di Rojhilatê Kurdistanê de gihîştiye astekî herî bilind û rejîm jî tenê di fikra talankirina çavkaniyên bin erdî yên Kurdistanê de ye.