Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Sineyê de pirsgirêka kêmiya mamostayan û gefa herifîna dibistanan heye

11:30 - 22 Kanûna pêşîn 2021

Birêveberê Giştî yê Wezareta Perwerde û Hînkarî yê parêzgeha Sineyê “Reşîd Qurbanî” daye zanîn ku di wê parêzgehê de pirsgirêka kêmiya mamostayan û gefa herîfîna dibistanên kevin bi ser dersxwanan de heye.

“Reşîd Qurbanî” tevî îşarekirin bi pileya 8ê ya wê parêzgehê li kêmbûna mamostayan li ser asta Îranê got: “Di wê parêzgehê de pirsgirêka kêmbûna mamostayan heye û herwisa beşek ji dibistan kevin û rizî ne û hewcehî bi nûjenkirinê hene û gefa herîfîna wan dibistanan bi ser dersxwanan de gelek micid e. Navbirî ti zaniyariyek li derheq amara dibistanên rizî û kevin ên li wê parêzgehê de nedaye.

Dibistanên rizî û kevin û kêmbûna mamostatyan di wê parêzgehê de pirsgirêkek micid e û eger ew dibistan neyêne nûjenkirinê rengehiya harifîn bi ser dersxwan û mamostayan de heye, lê rejîma Îranê bûdceya hewce bo nûjenkirina wan dibistanan dabîn nake.