
Di parêzgeha Urmiyê de pirsgirêka kêmbûna pizîşkên bispor û herwisa nebûna rêjeya hewce ya peresdaran heye.
Cihgirê Karûbarê Dermanî yê Zanîstên Pizîşikya parêzgeha Urmiyê “Nasir Mesûdî” daye zanîn ku di çendîn beşên wekî bêhoşkirinê de hewcehî bi 300 pizîşkên bispor hene ku bi tenê 30 kes di wê beşedê amade ne û mijûlê kar in.
Herwisa navbirî daye zanîn ku 45 peresdarên nexweşxaneya “Taliqanî” ku taybet bi nexweşên Koronayê ye, tûşî vîrûsa Koronayê bûne û bi sedema nebûna peresdaran rewşek dijwar çê bûye.
Bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û tûşbûna beşek zêde ji kadrên dermanî û bi taybet peresdaran û herwisa kêmbûna pizîşkên bispor di wê parêzgehê de xelk rastî rewşek dijwar hatiye.
Rejîma Îranê bi guhnedan bi pirsgirêk û daxwazên kadrên dermanî û herwisa cîbicînekirina sozên xwe li derheq dana kar bo peresdaran bûye sedem ku tevî nerazîbûna piraniya pizîşk, kadrên dermanî û peresdaran, di seranserê Îranê de rêjeya peresdar, kadrên dermanî û pizîşkên bispor kêm bibe.