Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

di Parêzgeha Urmiyê de pirsgirêka nebûna xwendingeh û îmkanatên xwendingehan hene

12:32 - 25 Çirriya paşîn 2021

Di Parêzgeha Urmiyê de nebûna îmakanatan û  xwendingehan an kêmbûna wan di beşek ji tax û bajarokên wê parêzgehê de bo dersxwan û malbatên wan bûye pirsgirêkek micid.

Pêka girte vîdyoyeka belavbûyî di şehreka “Şahid” a ser bi bajarê Urmiyê ku şehrekek xwediyê çend hezar heşîmetî ye , rejîmê zêdetir ji 3 sal e ku biriyar daye xwandingehek di wê şehrekê de ava bikin lê projeya avedankirina wê xwendingehê bi nivekarî maye û ti îdareyek ên rejîmê ji wê rewşê xwe bi berpirsiyar nizane û nebûna xwandingeh û îmkanatan di wê şehrekê de pirsgirêkek mezin ya rûniştiyên wê şehrekê ye.

Herwisa pêka nûçeyên belavbûyê xelkê gundê “Xantext”ê ser bi bajarê “Selmas”ê bi sedema nebûna hêlên înternetê bo xwendina “online” neçar in dersxwanên xwe bi maşînan bibine nêzî bajarê “Selmas”ê ku bikarin li hêla înternetê mifahê verbigrin û dersxwan neçar in li ser rêyan waneyên xwe bixwînin.

Rejîma Îranê bi zanebûn û bi pilanên demdirêj îmkanat û hewcehiyên jiyanê bo xelkê kurd dabîn nake lê di hin taxên ku rûniştiyên wan Azerî ne bo afirandina fitneyan û cudatîdanînan, îmkanatên zêdetir dabîn dike ku bi tenê bi armanca zêdetirkirina dijayetî û afirandina fitneyan e.