Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Xûzistanê de 2 peyedarên leşkerî yên rejîmê hatine kuştin

12:57 - 27 Îlon 2020

Êvara roja Şemî, 26ê Îlonê, di şer û pevçûnek di navbera hêzên rejîma Îranê digel kesên nenaskirî li parêzgeha Xûzistanê di cihekî bi navê “Hûr El Ezîm”ê de, 2 payedarên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û yek jî birîndar bû.

Fermandeyê Henga Sînorî ya parêzgeha Xûzistanê, “Lutfelî Pakbaz” daye xuya ku di wê pevçûnê de, Serwan “Miqdad Biwîr” û Ostwar “Ebdullah Moîmênzade”, hatine kuştin û kesekî din yê wê hêzê jî birîndar bûye ku bo nexweşxaneyê hatiye weguhastin.

Diyardeyek ku rejîma Îranê bi qaçaxa terş li ser sînorên di navbera Îran û Îraqê de binav dike, ji heyamên berê ve hebûye û di heyamê çend mehên derbasbûyê de, rejîma Îranê çendîn celebên terşan zevt kirine.

Nebûna kar, bê dadwerî di dabeşkirina darayiya netewî de, bûye sedema vê yekê ku xelkê wan deveran bona dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe, dest bi karên ser sînoran bikin.