Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di perlemala Turkiyê de dîsan êrîş kirine ser kurdan

17:17 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmrida: Parlematerêk Kurd bi navê Dr. Mihemed Emîn Dîndar parlemanê şirnaxê hat birîndar kirin.


Dîsan êrîş birine ser kurdan, şer li parlemana welatê Turkiyê qewimî û Dr. Mihemed Emîn parlemanê bajarê Şirnaxê birîndar kirin.
Çewa ku tê zanîn li Meydana Teqsîma Stenbolê dîsa dest bi çalakiyan hatiye kirin. Di wan çalakiyan de polîs bi ser çalakvanan ve çûye û Medyaya Ergenekonê qiyamet rakiriye. Bi nîşana wêneyên li Meydana Teqsîmî, şer li Parlemana Tirkiyê jî dest pê kiriye.
Parlemanên Ergenekon û CHPê, êrîş birin ser cîgirê serokwezîr Bekir Bozdaxî, bi kulm û gustîlên qalind lê xistine û bi dijûnên giran şer ger kirin. Divê navberê de Parlemanê Şirnaxê Dr. Mihemed Emîn Dîndar jî bû hedefa êrîşkaran û bi derban birûyê wî qelaştin.
Nûr Sertera CHPyî got: Divê ev desthelatî dakeve, kê dadixîne bila daxîne, divê leşker û divê sivî wê daxînin.
Cigirê grûba MHPê, Mihemed Şandir jî, got ku lêdana li Wezîr karekî şaş e.
Cîgira serokê grûba BDPê Perwîn Buldan jî got ku ew bêjî ji şerê zilaman dike.
Di dawiyê de Wezîrê Navxwe Muamer Guler derkete ser kursî û peyivî, got ku ew kesên prowakatorî kirine, hatine girtin.