Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di piraniya bajarên başûrê Îranê de xelkê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin

12:00 - 27 Gulan 2020

Roja Sêşemî 26`ê Gulanê, komek ji kedkarên “Şîrketa Rûn Nebatî” a bajarê Şîrazê, bi sedema nedana heqdestê wan yê 3 meha hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin.

Di bajarê “Feruxşehr” a ser bi parêzgeha Çar Mehal û Bextiyarî de xelk bi sedema lêdana tûnela avê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Spaha Pasdaran a terorîst dixwaze ava wê deverê ji bo deverên Navenda Îranê veguhaze.

Bi lêdana wê tûnelê, piraniya dahata xelkê wê deverê ku xwediyê terşin ji nav diçe, çavkaniyên avê dê hişk bibin û dê rastî kêmbûna ava vexwarinê bên.

Heya niha bi sedema wê tûnelê du bîrên avê ên ku bajarvaniyê ji bo ava vexwarinê bo xelkê lêdabûn hişk bûne.

Spaha Pasdaran a terorîst bi bê belgeya yasayî ya Navenda Jingehê ew terhe bi rê ve biriye.

Ji aliyek din ve jî, li bajarê Ehwazê hêzên emnî yên rejîmê ji bo binçavkirina hin çalakvanên medenî û siyasî, rijîyane ser malên wan û dorpêç kirin.

Rejîma tepeserkar a Îranê bi berdemawî xelkê deverên Erebnişîn û deverên xeyre Fars rastî pirsgirêkên mezin têne û wan serkut dike û arîşên wan jî çareser nake.