Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî hatin lidarxistin

18:43 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 6ê Tîrmehê, peresdar(doşîzey)ên girêbestî û karmendên tendirustî û dermanî li bajarê Kirmaşanê li derheq derxistin û kêmkirina rêjeya kadrên dermanî piştî kêmbûna pandemiya Koronayê, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Hevdem karmendên tendirustî û dermanî li bajarê “Xuremabad”a girêdayî parêzgeha “Luristan”ê li derheq cîbicînekirin û guhnedana berpirsên rejîmê bi daxwaziyên wan, li ber beriyê parêzgariya wê parêzgehê kombûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Xwenîşanderên nerazî gotine: “Duh em qehreman bûn û îro malnişînkirî ne, em dibînin ku berpirsan çi aniye serê me, serdemekê em qehreman û parêzvanê tendirustiyê bûn lê niha çi?! Ti berpirsek hizra vê yekê nake ku gelo! Me nanê şevê heye an na? Şermezarê zarokên xwe ne an na? Xuya ye ku ew bo wan girîng nîne.

Ji aliyek din ve, malnişînkiriyên “Dabînkirina Civakî” di bajarên “Kirmaşan û Şûş” û herwisa parêzgehên weke “Xûzistan, Luristan, Îsfehan, Kirman û Çarmihal û Bextiyarî”yê de, bi sedema nebûna dadpewerî û rewşa dijwar a jiyanê, bi awayek berdewam, kombûnên xwenîşandanê lidar dixin.