
Êvara roja Înê 31’ê Banemerê bi amadebûna Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ,“Mistefa Hicirî”, endamên rêberatî, kadir, pêşmerge û malbata serbilind a şehîd “Simko Mehmel” û hejmarek ji heval û hevçeperên wî, rêûresmeke mezin bo rêz girtin ji qehremanetî û berxwedana nûtirîn şehîdên PDKÎ hate lidar xistin.
Ew rêûresim bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina demek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên Hizb û gel destpêkir.
Piştire Berpirsê Dezgeha Fermandehiya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, “Kawe Behramî”, bi vê hilkevtê gotarek pêşkeş kir.
Navbirî li wê axiftinê de tevî îşarekirin bi şêwaza tevlîbûna şehîd “Simko Mehmel” û şehîd “Sohrab Xedîrîpûr” bi refên şoreşê, îşare bi taybetmendiyên bilind ên şoreşvaniya wan kir û got: “Careke din wan daye selimandinê ku, pêşmergên çiya û bajar tewawkerê hevin û heta gihîştin bi serkevtin û azadiya gel û niştimana me, li xebat û tekoşînê dest hilnagirin û ewa bi remza serkevtina dawî ya gelê me dizanîn”.
Herwisa navbirî tekezî kir: “Em wekî hevrê û hevçeperên şehîdan û rêvîngên rê û rêbaza wan, sozê didin ku heta dawiyê li ser rêbaza bi şan û serweriya wan emegdar bimînin û wê yekê jî wekî erkekê bo xwe dibînin”.
Di beşek din a wê rêûresmê de helbestek a bi navê “Ser Sultan aman” ku taybetî bo vebîranîna nûtirîn şehîdên PDKÎ hatibû amadekirin, ji aliyê pêşkeşkarê rêûresmê ve hate pêşkêşkirin.
Piştre her yek ji amadebûyên rêûresmê tevî sersaxî gotin bi malbata ser bilind a şehîd “Simko” û hevalên wî, peymana xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.