Saziya Nûçegihanên bêsînor li derheq pêwera cîhanî ya azadiya weşanan de, bi gengeşekirina rewşa rojnamevaniyê di nav 180 welatên cîhanê de, di raporek xwe de bandora guherînkarî û aloziyên cîhanê li ser azadiya weşanan belav kiriye.
Pêka vê raporê 3 welatên wekî “Norwêc, Danîmark û Swêd” li serweyî vê rêzbendiyê cih girtine, û rewşa medyayan li nav 28 welatên cîhanê de ku yek ji wan Îran e, gelek xerab hatiye ragihandin.
Di nav vê rêzbendiyê de Îran di nav 180 welatên cîhanê de, piştî du welatên “Erîtire û Koreya Bakur” di pileya 178 an de cih girtiye.
Di vê raporê de bona gengeşekirina li derheq rewşa azadiya weşanan de, 5 pêwerên nû yên weke “siyasî, yasayî, aborî, civakî, çandî û ewlehî” hatine dest nîşankirin.
Di halekê de Îran di rêzbendiya sala 2021`an de li rêza 174`an de cih girtibû lê, îsal 4 pile daketiye.
Îsal welatê “Turkemenistan” ku yek ji xerabtirîn wan welatane, pileyek ji Îranê baştir e .
Îrana di bin desthilata wilayeta feqî de, hertim weke yek ji wan welatan tê hesab kirin ku zêdetirîn rêjeya rojnamevanên binçavkirî heye û niha pêka wê raporê 16 rojnamevan di Îranê de hatine binçavkirin.