Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rojekê de 10 kes li girtîgeha “Racayîşehr” ya Kerecê hatin bidarvekirin

13:25 - 30 Hezîran 2022

Li gorî Nûçegihaniya “HÊRANA”yê, sibêdeha Çarşemî 8ê Pûşpera 1401an a Rojî, 10 girtî li girtîgeha “Recayîşehr” ya Karcê hatin bidarvekirin. “Hêrana” navên du ji wan, bi “Îman Sefewî Rad û Xalgoldî” eşkere kiriye.

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di meha Cozerdana meha borî de ragihandibû ku desthilatdarên rejîma Îslamî ya Îranê di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de herî kêm 168 kes îdam kirine. Wê saziyê bi helsengandin digel sala 2021an daye zanîn ku amara bidarvekirinê di Îranê de yek û nîm beranber zêde kiriye.

Îran di warê bidarvekirina hevwelatiyan de li cihanê piştî welatê Çînê duyemîn welat e.