Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rojekê de 411 jin ji mêrê xwe cûda dibin

19:12 - 2 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Madeyên hişber, kêmiya malan, rewşa abûrî û hilbijartina jiyana hevper bi awayeke nadirost, ji sedemên zafbûna telaqê ne di Îranê de ye.


Di rojekê de 411 jin ji mêrên xwe cûda dibin. Ew serhejmariya %13 zêde kiriye û di hemberê de rêjeya pêkanîna jiyana hevper %1,5 kêm kiriye û a niha rêjeya jinên telaqdar ji mêran du evhinde ye û ew sedema jî bo wê digere ku mêr pitir ji jinan paş telaqê jiyana hevbeş pêk dînin.
Di salekê de 70 hezar kes di Îranê de telaq digrin ku her demijmêrekê de 17 telaq di Îranê de rû dide.
Kiryarzanek di vê pêwendiyê de bi nûçegihaniya “Mêhr” ragihand: Mesela telaqê bi civîn û simînar û gotarnivîsin nahên çareserkirin û zafbûna rêjeya telaqê, madeyên hişber, kêmiya malan, rewşa abûrî û hilbijartina jiyana hevper bi awayeke nadirost, ji sedemên serekî ên cûdabûna jiyana hevper e di Îranê de.