Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Rojhilatê Kurdistanê de hilbijartin ji aliyê xelkê ve hatiye baykotkirin

13:07 - 17 Hezîran 2021

Li gorî zanyariyên ku giheştiye malpera “ Kurdistanmedia” yê, li bajarê Şinoyê rewşa hilbijartinan sar e û xelkê banghêjiya Navenda Hevkariyê pejirandiye û navendên teblîxatî bona hilbijartinan vala ne.

Di fermandariya wî bajarî de li ser hilbijartinan Kombûn birêve çûye, karbidestên rejîmê jî bas li sariya  hilbijartinan kirine, hevdem li bajarê Şino yê pere bi beşek ji ciwanan dane ku teblîxatê bo van bikin.

Di vê derheqê de, li bajarê Pîranşarê, kesên berbijêr trakt û postêran li dîwarên xaniyên xelkê dane û bi zorê xelkê bo ser sindoqên dengdanê radikêşin.

Hevdem li bajarê Bokanê, Spaha Pasdaran li “ Husêyniyeya Fatime” bo caş û malbatên caşan kombûn lidar xistine, ku dibe dengê bidine Îbrahîm Reîsî, herwisa gef li malbatên caşa jî xiwarine ku hekî dengê nedin, mûçeyên wan nadin.