Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala 1399an de zêdetir ji 5 hezar û 500 kes bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest dane

13:30 - 9 Îlon 2021

Berpirsê Gurûpa Çavedêrî û Hevahengî yê Ofîsa Karûbarên Xisarberketiyên Civakî, Husên Esedbêygî” tevî îşarekirin bi zêdebûna rêjeya xwekujiê gotiye: “Sala derbasbûyî li Îranê 5 hezar û 542 kes bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest dane”.

Wî beroirsê rejîmê daye zanîn ku pêka raporên pizîşkê yasayî li sala 1399an a Rojî, di Îranê de 5 hezar û 524 kesan bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest daye ku di benaber sala 1398an, 399 kes bi wê rêjeyê zêde bûne.

Navbirî zêdebûna rêjeya xwekujiyan di çend salên derbasbûyî de piştrast kiriye û gitiye ku di sala 1396an de rêjeya canjidestdan ên bi sedema xwekujiyê, 4 hezar û 624 kes bûne û ew rêje li sala 1397an gihîştiye bi 5 hezar û 101 kesan.

Rewşa şikestxwarî ya aborî, nebûna ti hêviyek bo paşerojê, destpêrenegihîştin bi hewcehiyên serekî, bêkarî, hejarî, zêdetirbûna cudatîdanîn li hemû aliyan ve û bi hezaran pirsgirêkên xuya û veşartî yên hisêbnekirî, sedema bingehîn a xwekujiyan di Îranê de ne ku rejîma Îranê bi ser xelkê de sapandiye.