Gorî rapora “HRANA” yê di heyamê sala derbas bûyî de, aliyê kêm 249 kes li Îranê de hatine êdamkirin û 101 kes jî ji aliyê hêzên çekdare rejîmê ve bi teqeya raste rast, hatine kuştin.
Rêkxistina mafê mirove Îranê, di raporekê de amarên binpêkariyên mafê mirov li Îranê de belavkir ku êdam curê herî berçave binpêkariyê bûye û di heyamê sala 1399an de, 249 kes ji aliyê rejîmê ve cezayê êdamê bi ser wan de hatiye cîbicîkirin ku, 7 Jin û 4 Zarok jî di nava êdamkiryan de bûn.
Herwisa gorî rapora HRANA yê, di heyamê sala derbas bûyî de aliyê kêm 250 kes kevtine ber desrêja gullên hêzên rejîmê ku di encamê de 101 kas hatine kuştin ku 37 kes ji wan kolber bûne, 26 kes sûxtber û 38 kes jî welatiyên dinê bûne.
Di dirêjiya rapora HRANA yê de basê awayên dinê ye binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîmê ve hatiye kirin, weke sepandina cezayeê êdam, heps, dûrxistin, cirma neqdî, lêdana qamçî yan li cihên giştî de û birîna destê 4 kesan.
Di wê raporêde hatiye ku di heyamê sala borî de, di sala 99an de, 2 hezar û 806 kes li ser bawera xwe yan bi sûçê siyasî hatine binçavkirin.
Di dirêjiya rapora HRANA yê de basê amara xwekujiyê, azara cinsî, bi mêrdana Zarokan, azara li ser jinan, xwe şevitandn, xwe kujî, kuştina Jinan û Zarokan, tundtîjiya malbatî, Esîd havêtina bo ser û çavan, û bê kar kirina karkeran hatiye kirin.