Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala derbasbûyî de “hebên birinc” 460 ciwanên Îranê kuştine

21:41 - 12 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li gor raporan di salan derbasbûyî de kêmanî 460 ciwanên temen jêr 30 salî ên Îranê bi “hebên birinc” xwekujî kirine, amara ku 14 ji sedî zêde bûye.

Nûçegihaniya “Mêhr” ji zarê pijîşkekê ve belav kiriye, nebûna çavdêriyek baş bi ser firoşyarên wan heban “etar”na de bûye seba vê ku bi sanahî hebên birinc bikevin dest hevwelatiyan.
Li gor gotina vî pispûrî, 99 ji sedî a kesên bi her hebek din jehrawî didin zindî dimîn, lê 99 ji sedî a kesên ku bi “hebên birin” xwe jehrawî dikin canê xwe ji dest didin.
Dengoyek di nava xelkê de belav bûye ku “hebên birinc” hestên xweş didin mirov, hin ji ciwan wan heban li cihê hebên serxweşker bikar tînin.
Xwekujî bi “hebên birinc” pirrazartirîn cura xwekujiyê ye, bi awayekê ku kesê bikarîner heya canê xwe ji dest dide, girantirîn êşan dibîne.
Hebên birinc bi navê “Fusfîd Alomînyom” jî tê naskirin ku gaza “Fusfîd” çêdike û ji bo pêşgirî ji kepekgirtina birinc dihê bikaranîn. Bikaranîna “hebên birinc” ji bo xwekujiyê dibe seba êşa mîde, ilq û verişandin, îshalbûn, fetisîn, tawa sermayê, serêşî, teşenuc, tênîtî û jiheşçûnê.