Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şer û pevçûna nav girtîgeha Êwînê de Kebûdwend birînda bû

15:09 - 23 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Jiyana Mihemed Sidîq Kebûdwend girtiyê kurd û Serokê Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê (RMMK), seba lêdan û êrîşa hêzên rejîm bo ser girtiyên siyasî, di metirsiyê de ye.

Roja Pênçşemî 17’ê Nîsan a 2014’an, Mihemed Sidîq kebûdwend bi sedema lêdan û kutana hêzên Ewlehî yên rejîm li benda siyasî ya girtîgeha Êwînê, 2 tiliyên piyê wî, 3 peresûyên wî şikestine û hinek cihên laşê wî jî herrişîne.

Ew lênana hêzên rejîm Kebûdwend xweveçûbû û bo nexweşxanê biribûn. Tê gotin hêzên rejîm pirça serê Mihemed Sidîq paş ziwirandin ji nexweşxaê taşîne û bo cihê takekesî veguhastine.

Li gorî daxuyaniya RMMKê, hevjîna Kebûdwend dilgiraniya xwe ji rewşa tenduristiya wî aniye ziman û gotiye, rewşa tenduristî û derûniya hevjînê wê gelekî xirab e herwiha ji ber hinek nexweşiyên din jî divê demildest li nexweşxaneyên derveyî girtîgehê were dermankirin, çimkî eger tiştek were serê wî rayedarên pilebilind ên komara Îslamî ya Îranê li hember wê yekê berpirs in.

Mihemed Sidîq Kebûdwend roja 30’ê Adar a 2007, hat girtin û bi tometa “Hewldan dijî tenahiya neteweyî ji rêya RMMK” hukma 10 sala zîndan bi ser de sepandin û herwusa bi tometa “Piropagende dijî nîzamê” ji rêya pêwendî û axavtin tevê saziya navdewletî yên mafên mirov û pêwendî tevî Kofî Enan Sekreterê pêşîn yê NY û berdevokê medyayan, salak din bo zêde kirin.
Hukma 11 salî a zîndana Mihemed Sidîq ji liqa 65 a dozgera pêdeçûnê a parêzgeha Tehranê, piştrast kiriye û niha di girtîgeha Êwînê de hukmê wî derbas bûye.

Ji aliyekî din, malbatên girtiyên mexdûr ên benda 350 a girtîgeha Êwînê dûhu bo nîşandana nerazîbûnên xwe li hember lêdan û êrişa li dijî girtiyên xwe li ber ofîsa Serokomarê Îranê li Tehranê kom bûn û ragihandin, heta daxwaziyên wan neyê qebûlkirin dê li wir rojiya siyasî bigirin.

Li gorî agahiyên yek ji xizmên girtiyan, nêzîkî 150 kes ji xizm û mirovên girtiyan li ber ofîsa Rûhanî kom bûne û bi nivîskî daxwaziyên xwe jê re şandine û li benda bersivê ne.