Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Suîdê de xwenîşandanek bo piştevanî li xelkê serhildêr ên Kurdistan û Îranê birêveçû.

17:09 - 23 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Li ser banghêjiya Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, komek li Kurdên rûniştiyên Suîdê, bi merema piştevanîkirin li xwenîşandana Îran û Kurdistanê, kombûnek lidar xistin.

Li ser banghêjiya Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, komek li Kurdên Suîdê bi merema piştevanîkirin li xwenîşandana Îran û Kurdistanê, roja Pêncşemî rêketa 30`ê Xezelwerê, li bajarê Situkhulm û di ber deriyê parlemana wî welatî kombûn.

Xwenîşandan bi marşa netewî ya “Ey Reqîb” û xulek bê dengî bo canê paqij ê şehîdên Kurdistanê destpêkirin.

Piştre peyama Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê ji aliyê “Arêz Mihemedî” û “Mandana Kakayî”, bi zimanê Kurdî û Suîdê hate xwendin.

Paşê “Tumas Hammarbêrg”, yek ji rêberên Sosyal Demokratan û dostê herî nêzîk ê Kurd û Dr. “Ebdulrehman Qasimlo”, çend gotinek pêşkêş kir û tevî vebîranîna Dr. “Qasimlo”, xwenîşander han dan ku li ser daxwazên xwe sûr bin û herwisa piştevaniya xebata rewa a gelê Kurd kir.

Piştre “Qadîr Kasîrga”, endamê parlemana Suîdê li Partiya desthilatdar a Sosyal Demokrat, bi hemû awayekî piştevaniya xwe li xelkê Rojhilatê û Îranê da nîşan dan.

Piştre helbestek ji aliyê “Alî Daniş” ve hate xwendin.

Herwisa “Yunas Xostidt”, rêberê Pratiya Çep a Suîdê ku di rêûresmê de amade bû, çend gotinek pêşkêşê amadebûyan kir, û piştevaniya xwe li daxwazên rewa yên xwenîşanderên Îran bi giştî û Rojhilatê Kurdistanê bi taybet da nîşan dan.

“Firêdrîk Malm”, dostê nêzîk ê gelê Kurd û endamê parlemana Suîdê li Partiya Lîbralan, çend gotinek bo piştevanî li serhildana gelên Îranê pêşkêş kir, û bi îşarekirin bi amara şehîd û birîndar û hepsiyan, bas li rewşa felaket a xwenîşanderên Îranê kir ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî dirindane têne serkutkirin.

Di nav xwenîşanderan de, wevdek bi nûneratiya Navenda Havkarî a Kurdistana Îranê û Kongereya Neteweyên Îrana Fîdral, serdanê Wezareta Derve a Suîdê kir û daxwaznameyek pêşkêşê wê Wezaretê kir ku di wê daxwaznameyê de, tevî daxwaza piştevaniya dewleta Suîdê li xwenîşanderan, hevdem daxwaz kirbûn ku givaşê bixine ser rejîma Îranê ku kuştara xelkê Îran û Kurdistanê bisekinîn e.