Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di taxa Îslam Abad a bajarê Urmiyê de zibl û kirs û keval kevtiye serhev

13:00 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di taxa “Îslam Abad” a bajarê “Urmiyê” de, bajarvaniya “Urmiyê”, 3 mehe ku, ziblên kolanan kom nake.

Xelkê taxa “Îslam Abas” a Bajrê “Urmiyê”, li ser rûpelên cîvakî de ragihandine ku heyamê 3 mehane, bajarvaniya Bajarê “Urmiyê”, zibil û paşmayî a malan di nawa kolanên wê taxe de, kom nake û bêhna zibil û kirs , gelek xelkê wê taxê acîz dike û zêdebarî çendîn caran daxwaz ji bona paqij kirina kirs û keval, heya niha şaredariyê tu bersivek nedaye.

Pêka çavkaniyên xwecihî, xelk bi neçarî wan zibl û paşmaîyan, ku ew 3 mehe di nava kolanan de maye, dibin dihavêjne nava Kanala Av ê, ya di navbera “Elwac” û “Gul ê Surx” de.

Bajarvaniya Bajarê “Urmiyê” heya niha ne ti karek bona komkirina zibl di taxa “Îslam Abad”ê de kiriye û ne, ti cehdek bona radana kanala Av ê ya di navbera taxên“Îslam Abad” û “Gul ê Surx” de kiriye.

Niha, ew zibl û paşmayî bûne gef li ser tenduristiya xelkê “Îslam Abad” û taxên derdorê, û hindî pêdiçe, zibl û kirs di nawa kolanan û kanala Av ê de zêdetir dibe.