Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di welatê Îspaniyayê 5’emîn kongreya navnetewî a dijî cezaya bidarvekirinê birêve çû

21:59 - 16 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: 5’emîn kongireya navnetewî a dijî cezaya bidarvekirinê li bajarê Madrîda paytextê Îspaniyayê bi amadebûyiya fermî a komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê û Jinêvê birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia,ev kongireya han bi piştîvaniya dewleta Feranse, Suîs, Îspanya û Nurwêj û Ehmed Şehîd û bi mewandariya Îspaniyayê birêve çû û sekreterê giştî yê NY’yê Ban Kî Mûn bi rêkirin peyamek bo kongirê piştîvaniya xwe li kongirê kirû ragehandibû, ku 150 welatan hukma bidarvekirinê li yasaya weletên xwe de rakirine û li 174 welatan de jî cezaya bidarvekirinê nahatiye cîbicî kirin.
Her divê demê de Sekreterê Giştî yê NY’yê, nigerniya xwe li zêdebûna bidarvekirinê û li birêvebirana bidarxistinê bi veşartî li hindek welatên weke Îran derbir.
Divê kongirê de Teyîmûr Elyasî, nûnerê komeleya mafê mirov a kurdistana Îranê û Jinêv, gutarek li ser pêvajûya bidarvekirinê û madeyên hişber weke emrazek bo jinav birina gelên zilm rêkirî yê Îranê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê pêşkeş kir. Elyasî di nav axavtina xwe de ameje kir ku her demkê rejîma Îslamî tûşî qeyranê dibe, yasayek nû li jêr navê xebat dijî madeyên hişber diqşîne û sedan tekuşer li cijên giştî de bidarvedikin. Bo mênak di dema hatina serkarê komara Îslamiya Îranê heya niha 12 hezar hevwelatî îdamkirine.

Nûnerê komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê û Jinêv li dirêjahiya axavtina xwe de, gazince li welatên Rojava û netewên yekgirtî pêwendî ligel alîkarîkirin wan bi Îranê li jêr navê “ Jînosayda Sipî” girt.
Pêwendî li gel cezaya darvekirinê li Îranê, Dr. Ehmed Şehîd, rêportên taybet yê bizava netewên yekgirtî bo Îranê ragehand, hejmara biderdekirinê li Îranê her sal zêdetir dibe û dozgeriyên Îranê mafê dest pêragehîştina girtiyan bi parêzer û pêvajoyeke dadperwerane naprêzin.

Xeletgira Nobelê û çalaka mafê mirovan Şîrîn Ebadî ku mêwanê kongirê bû, li nav axavtina xwe de amaje bi vî kir ku li Îranê her roj 2 kes îdamdikin.

Piştre rêzdar “Rafaîl Şînoîl” serokê bizava gelhev jiyan bo dawî anîn bî cezaya darlixandinê got: Li sala 2012’an de welatên Îran, Erebistana Siyûdî, Çîn, Pakista, Sûdan, Îraq û .....hwd, cezaya bidarvekirinê hatiye cîbicî kirin.
kongireya han 3 salan carek birêve diçe û armanca kongirê, xebat li pêxema dawî anîn bi cezaya bidarvekirinê li Cîhanê de ye.