Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Wezaretxaneya “Kar û Xweşbijîviya Civakî” ya Îranê de 120 dosyeyên gendeliyê hatine tomarkirin

11:06 - 13 Şibat 2022

Wezîrê “Kar” ê rejîma Îranê bas ji 120 dosiyeyên gendeliyê di nava wê “Wezaretxane”yê de kiriye û gotiye ku divê hejmarek zêde ji wan birêveberan di vê wezaretxaneyê de li ser kar bêne derxistin.

Wezîrê Kar û Xweşbijîviya Civakî “Hucet Ebdulmalikî”, di civînekê digel Nûçegihaniya “Îrna” a girêdayê rejîma Îranê de daye zanîn, “di nava “Wezareta Kar” a rejîma Îranê de gendelî bi awayekî ye ku divê di nava hezar birêveberan de 350 ji wan li ser kar bêne derxistin.

Herwisa basa vê yekê jî kiriye ku heta niha 120 dosyeyên gendeliya dadweriyê di vê Wezaretê de hetine tomarkirin.

Gotinên wî Wezîrê kar li derheq gendeliyê di halekê de ye ku, pêka rapora Saziya Navnetewî ya derheq amara welatên gendel ku roja Sêşemî 5ê Rêbendanê belav kiribû, hatibû zanîn ku Îran di nava 180 welatan de li rêza 140 de ye û herwisa roja Şemî 23ê Rêbendanê faylek dengî ya gendeliya Spaha Pasdaran a terorîst û Şaredariyê hatibû belavkirin ku nîşaneya gendeliya wan saziyên rejîmê bû.

Herwisa wî Wezîrê rejîma Îranê îdia kir ku di nava Wezareta Kar a dewleta 13 de ti kesekî xizmê xwe nedanîne ser kar.

Ew îdiaya “Ebdulmalikî” di halekê de ye ku heftiya derbasbûyî lîsteyek 25 kesî hate belavkirin ku tev ew kesên ku di nav Wezareta kar de kar dikin xizm in.