Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di yekemîn meha derbasbûyî de 17 çalakvanên Kurd li Îranê hatin ceza kirin

20:29 - 20 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di yekemîn heyva sala 1392’a Rojî de, 17 çalakvanên Kurd li Kurdistna Îranê bi sûçên cur ba cur ji aliyê dadgehên Şoreş (Înqilab)ê ve hukma darvekirin û zîndanê bi ser wan de sepandin e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di meha Xakelêweya îsal de, 17 çalakvanên siyasî, çandî û kedkarî yên Kurd bi tometên cur ba cur weke “alîkarî tevî partiyên Kurdî yên dijberî rejîma Îranê”, “blavkirina hizra neteweyî”, “piropagendên dijî nîzamê” û “çalakî di saziyên kedkarî”de bi giştî cezaya zîndanê û du kes ji wan jî cezaya darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Li gor vê raporê, Samirend Ferehmend bi tometa “Ewlehî” cezaya 10 sal zîndana tezîrî, Omîd Rehmanî bi tometa “piropagendên dijî nîzamê” bi sê meh û yek roj girtina tezîrî û herwusa Elîriza Sipayî Layîn bi tometa “blavkirina hizra neteweyî” bi 11 heyv zîndana tezîrî, nasnama 3 kes ji wan hemwelatiyên Kurd e ku di vê mehê de ji aliyê dadgeha Înqilabê ve hatin mehkûm kirin.
Herwusa hejmarek din ji çalakvanên Kurd bi navên “Efsane Bayizîdî, Ebdulkerîm Ehmednijad, Şapûr Permûr, Qanîe Hatemî, Aras hatemî, Mihemd Nîgarî, Goran Behramî” bi sûça “alîkarî û endametî tevî partiyên Kurdî yên dijberî rejîma Îranê” bi giştî bi 126 mehan zîndan hetine mehkûm kirin.

Tometa 5 çalakvanên din ên Kurd jî bi navên “Cemal Mîna Şîrî, Hadî Tenumend, Qasim Mistefapûr, Îbrahim Mistefapûr û Mihemd Kerîmî” ku di yekemîn heyva sala 1392’a Rojî cezaya zîndanê bi ser wan de hatiye sepandin, çalakvanekî kedkar li navenda kedkarî ragihandiye û bi giştî 156 meh zîndana tezîrî bi ser wan de hatiye sepandin.
Herwusa hukmê darvekirina “Mihemd Ebdullahî û Mistefa Selîmî” girtiyên siyasî yên Kurd di vê mehê de ji aliyê dadgeha bilin a welat ecibandin û tirsa darvekirinê wan li gorê de ye.
Li gor vê raporê û li gor ew nûçane ku derheq bi sepandina ceza girtinê bi ser hemwelatiyên Kurd de bilav bûye, bi giştî 416 meh zîndan bo wan çalakvanane ku di vê raportê de hatiye amajekirin, sepandin e.
Ew serhejmarane rêjeyî ne û seba nebûna medyayên serbest û serbixwe di hundirî Îranê de, dibe zêdetir be.