Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di yekemîn roja cejna Qurbanê de, kêla gora Şêrko Bêkes şikandin

19:47 - 16 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Çend kesekî nas nekirî di yekemîn roja cejna Qurbanê de êrîşkirine ser kêla gora Şêrko Bêkes li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê û kêlekî wî şikandin.


Berdevkê polîsê Silêmaniyê di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: Piştî şikandina kêla gora helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes, polîs xwe gehande cihê han û lêkolînek bo encamdana vî karî, dest pêkir û paşan vê lêkolînê radigehînin.
Heya bilav bûna vê nûçê, sedema şikandina kêka mezarê Şêrko Bêkes nehatiye zanîn.
Roja Yekşemî 4’ê Tebaxa 2013’an, mixabin dilê mezin û pirr ji evîn yê helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di yek ji nexweşxaneyên welatê Swîdê ji lêdanê ket û bo hertim xatirê xwe ji jiyan û ji ogir û evîndarên helbest û wêjeya Kurdî û bi giştî ji xortên neteweya Kurd xwast.
Şêrko Bêkes yek ji wan kesayetiyane bû ku dostatiyekî herî nîzîkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi xasmanî rêberê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo hebû û paş şehîdbûna Dr. Qasimlo, mamosta Şêrko çendîn helbes li ser kasayetiyê tu car nemir gotiye.