Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Digel destpêka sir û seqemê av û gaza parek ji taxên bajarê Sinê qut bûne

11:12 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Qutbûna av û gaza parek berçav a taxên bajarê Sinê bi sedema daketina pileya germê û guhnedana şaredariya wî bajarî, bûye hegera nerizayetiya xelkê wî bajarî.

Gorî agehiyên ber dest, parek ji xelkê rûniştiyên bajarê Sinê, bi belavkirina daxwaznameyekê ragihandine: Di wan rojên sir û seqemê de û barîna befrê erd sipî kiriye, em xelkê Sineyê rastî qutbûna av û gaz û Bberqê hatine, herwisa rê û şeqam jî nayêne paqijkirin û maşînên xelkê tûşî bûyerên hanûçûnê dibin û bi wê sedemê xisarek zaf gihîştiye welatiyan û heya niha 3 kesan canê xwe ji dest dane û dehan kesan jî rastî xisarê hatine.

Xelkê Sinê ragihandine ku berpirsên wî bajarî, ji wan Şaredar, Fermandar û heya digihîje berpirs û îdarên dinê ku divê erkê xizmetguzariyan encam bidin, bi tevahî rewşa bajar û xelkê piş guhê xwe ve avêtine û ti karekî nakin.

Ew xelkê nerazî yên bajarê Sineyê li daxuyaniya xwe de vexwandina xelkê bajar bo kombûna nerizayetiyê li ber derê Şaredariyê kirine ku êdî ti rêkek û hêviyek bo kiryar û xizmetguzariya şaredarî û şêwra gendel a wî bajarî nemaye, lewma ji rêka wê daxuyaniyê ve daxwaz ji hemî xelkê Sinê kirine ku ber derê şaredarî û îdarên rejîmê kombûnên nerizayetiyê pêk bînin û bi vî awayî ber deriyê gendelxana bi navê şaredariyê kom bin û bila dengê nerizayetiya me bigihîje guhê her kesê.