Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijayetiya Îtilata Bokanê jibo veguhestina du girtiyên siysî ên Kurd bo girtîgeha vî bajarî

15:29 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilata bajarê Bokanê dijayetî li gel veguhestina du girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha Mihabadê ve bo Bokanê kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî ji aliyê nawenda pêwendîdarên rejîma Îranê li bajarê Mihabad soza vê dane, heyamê ku ji hukma wan maye, dikarin li zîndana Bokanê derbas bikin.

Eva di demekê de ye ku îdareya Îtilata bajarê Bokanê dijayetî li gel veguhestina wan du girtiyane bo girtîgeha Bokanê derbiriye.

Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî Reşemeha 1389’ ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Bokanê bi sûça alîkarîkiriya partiyên siyasî ên opozîsyona rejîma Îranê hatibûn destbiserkirin.

Girtiyên han piştî 75 rojan ragirtinana wan, li girtîgeha îdareya Îtiatê de her yek bi wesîqa 70 mîlyîon Tûmen serbest kirin û berwara 11’ê Çiriya Pêşîn a 2011’an bi 13 salan zîndan hatin mehkûmkirin.
Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî bi hinceta narizayetî bi vî hukmê, dest gireva birçîbûnê girtin û ew hukma li dozgeriya pêdeçûnê de bo her yek ji wan kirine 4 sal.

Du hevwelatiyên han heyamê 2 salan e li zîndana Mihabadê derbas dikin.