Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijkiryara rejîma Îranê li hemberî rapora Ehmed Şehîd

20:21 - 12 Adar 2013

Kurdistanmedia: Ehmed Şehîd rêporterê taybetî yê rêkxistina Netewên Yekbûyî bo Mafên Mirovan li Îranê de,rapora xwe a 4’an weşand.
Ehmed Şehîd di rapora xwe a 4’an de li ser rewşa mafê mirovan li Îranê de ku roja Duşem 11’ê Adar a 2013’an di 77 lapereyan de li navenda Şivra Mafê mirovan a Jinêvê bilav kiriye, karbidestên Îranê bi “Binpê kirina armanc dar û berdewam” sûçbar kiriye.

Ehmed Şehîd di rapora xwe de bal kêşandiye ser tepeser kirin û binpê kirina çalakên Netewên Îranî û bi taybetî çalakên Kurd,rewşa xirab a mafê Jinan li Îranê de.

Bi gotina Ehmed Şehîd ji bo nivîsandina vê raporê tevî 169 kesan li Îranê de hevpêvîn kiriye û di raporê de lîsteyek ji navên girtiyên Netewên Îranê, Siyasî û Meseb bilav kiriye û navê pitir ji 150 girtiyan di raporê de hatiye bilav kirin.

Şehîd gotiye ku ew kesên ku di çêkirina raporê de alikariya vî kirine kevtine bin zext û givaşan û “di zîndana Urmiyê de Pênc çalakên Kurd hatine girtin û eşkence kirin ku bi pêywendiya xwe tevî Rêporterê Netewên Yekgirtî îtirafê bikin”.

Rêporterê Netewên Yekbûyî bo karûbarên Mafê Mirovan di Îranê de di rapora xwe de bal kêşandiye ser rewşa Mêhdî Kerûbî û Mîr Husên Musewî û Zehra Rehneverd ji rêberên dijberên dewleta Îranê, û bi nîşanên binpê kirina mafê mirovan li Îranê de daye nasandin.navbirî got tevî vê yekê ku di Îslamê de eşkence nahê qebûl kirin lê li Îranê, li dema lêpirsînê ji girtiyan ew tên eşkence dan.

Girtina berbilav a Rojnamevanan ji mînakên din ê binpêkirina mafê mirovan li Îranê de hatiye ragehandin.
Ji aliyek din ve Mihemed Cevad Erdeşîr Larîcanî nûnerê rejîma komara Îslamî a Îranê li rêkxistina Netewên Yekbûyî, her li cih de bersîva Ehmed Şehîd dawe û ev rapore bi armancdar û nerast li qelem dawe û herweha Rêportêra teybet ya rêkxistina Netewên Yekbûiyan bi dest û pêywendiyên welatên kîn li dil wesf kiriye.
Her di vê demê de endamên Encumena mafê mirov a rêkxistina Netewên Yekbûiyan ku mêjûlê amade kirina reş nivîsî a biryarnamê bûn, binpêkirina mafê mirov li Îranê de bi tundî mehkûm kirin.
Reportera taybet ya rêkxistina Netewên Yekbûiyan, li nav karnasa helkevtiya Cîhanê berbijêr têkirin.
Ehmed Şehîd du salan beriya wek reporterê taybetî yê Netewên Yekgirtî ji bo Îranê hat hilbijartin û di heyamê han de çendîn caran daxwaz li Îranê kiriye ku îzna hatina vî ji bo rejîma Îranê bidin,lê her tim ev daxwaz hatiye red kirin.