Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dilsozê Kultura Kurdî “Felakedîn Kakeyî” çû ber dilovaniya xwedê

21:22 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanemdia: Rewşenbîr û Sîyasetvanê Kurd yê naskirî “Felakedîn Kakeyî” îro piştî nîvro li Herêma Kurdistanê li ofîsa xwe ya xebatê ji nişka ve wefat kir.
“Felakedîn Kakeyî” îro piştî nîvro dema li ofîsa xwe bi karê xwe ve mijul bû ji nişka ve jiyana xwe ji dest daye ku di tenduristîya wî de pirsgirêkek tune bû.


Kakeyî wek yek ji serkirdeyên lihevhatî yê Partiya Demokrata Kurdistanê û aqilê kultirî yê wê partiyê dihat dîtin.
Kakeyî, berdewam piştgiriya bilavkirina babetên kulturî dikir û ji nêzîk ve wek hevkarekî berdewam agahdarê bilavkirina babetên olî yên li ser dînê Zerdeşt û Yarsan bû.
Felakedîn Kakeyî:

-Felakedîn Sabîr Kakeyî ku wek Felakedîn Kakeyî dihat naskirin, sala 1943’ê ji dayîk bûye û ligel siyasetê nivîskar û rojnameger bû.

-Ji destpêka sala 1957-1959 dest bi çalakiyên xwendekaran kiriye.

-Sala 1965’ê tevlî Bizava Demokrasî ya Kurdî û Erebî bûye, ligel nivîsîna gotarên wêjeyî, gotar ji zimanê Kurdî wergerandine zimanê Erebî û berevajiya wê.

-Sala 1962’ê yekemîn çîroka Kurdî nivîsiye û bilav kiriye.

-Sala 1964’ê bi zimanê Erebî dest bi rojnamevaniyê kiriye.

-Sala 1967’ê li Bexda, romana ‘’Bîtaqeya Yanesîb’’ çap kiriye û herwiha gelek berhemên wî yên din hene.

-Sala 1974’ê bûye rêveberê ragehandinê di nav şoreşê de û bi pratîkî sernivîseriya Radyoya Dengê Kurdistanê kiriye, wate ji sala 1974’ê ve heta 1994’ê bi berdewamî serpereştî kiriye. Rojane bi Kurdî û Erebî gotar dinivîsîn.