Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomat-terorîstekî rejîma Îranê bi sedema bombedanînê tê dadgehîkirin

13:12 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2020

Dîplomat-terorîstekî rejîma Îranê digel 3 terorîstên din yên rejîmê di welatê Otrîşê de têne dadgehîkirin

Roja Çarşemî 15 ê Tîrmeha 2020 an, “Debîrê Sêyim” yê balyozxaneya rejîma Îranê li welatê Otrîşê, “Esedullah Esedî” digel 3 terorîstên din ku tawanbarin ku di sala 2018 ê cehd kirine bombê danêne di nava kombûna yêk ji part û saziyên dijberî rejîmê, li bajarê “Parîs”ê , îro ÇwarŞemiyê dê di welatê “Bêljîk”ê de bêne dadgehîkirin.

Dezgeha Dadweriya “Bêljîk”ê piştî 2 salan lêkolîn li ser wê pîlana terorîstî, lêkolînên xwe bi dawî anîn û dosyeya “Esedullah Esedî” û 3 hevkarên vî bi tawana hebûna rol di wê pîlana bombedanînê de, ew dane dadheha wî welatî.

Ew terorîst ji aliyê hezên ewlehî yên welatên “Almaniya, Otrîş û Bêljîk”ê hatibûne binçavkirin.

Yekim care ku, dîplomatek di Ewrûpayê de bi sedema pişikdarî ya rasterast di terorê de tê dadgehîkirin.

Rejîma Îranê ku çavkaniya bingehîn a terorkirina Azadixwazan di cîhanê de ye, bi 100 an car kiryarên terorîstî yên wiha kirine.

Rejîma Îranê bi wê sîstema hovane û dije mirovî û dûr ji hemû prensipên exlaqî, siyasî û navnetewî, çendîn kesayetî û rêberên Kurd û Îranî di Ewrûpayê de teror kirin, Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û Dr. “Sadiq Şerefkendî” du rêberên mezin yên Kurdistanê bi destê rejîma Îranê ya terorîst hatine Şehîdkirin.