Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dirêjahiya xwenîşandanên kedkarên fabrîka Fûlada Zagorsê ji ber deriyê parlemana rejîma Îranê

14:43 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Pitir ji 20 kedkarên fabrîka Fûlada Zagrosa Qurwe seba arîşeya mûçe û derkirina wan li ser bo carek din ji ber deriyê saxtemanê meclisa rejîma Îslamiya Îranê li Tehranê kom bûn.
Nûçegehaniya Îsna bilavkir, sibêdeya roja duşemî 22’ê Tîrmeha 2013’an, kirêkarên ku li ser kar hatinî derkirin her piştî evê ku sozên kerbidestên parlemanê nehatin cîbicî kirin, bo carek din xwenîşandan ji ber deriyê parlemanê hat sazkirin.
9’ê Tîrmeha 2013’an, 235 kedkarên fabrîka Fûlada Zagrosa Qurwe ji aliyê birêweberê fabîrka Fûlad li ser kar hatin derkirin û kedkarên han roja 10 û 11’ê Tîrmeha ji ber deriyê îdareya kar a Qurwe û ostandariya Kurdistanê kom bibûn û narizayetiya xwe derbirîn.

Kedkarên han piştî evê ku tu bersivek bi wan nehate dan civîna xwe birine bajarê Tehranê û ji ber deriyê parleman û “Beyîta rehberî” kom bibûn.
Her divê pêwendiyê de rojnama “Lusancilês” nivîsiye, ew îtireze û narizayetiye nîşana hebûna kirîze û astengî li sîstema kariya dewleta Îranê de ye.

Pişkek ji wan kirêkarane ku li civîna îtiraziya Tehranê amade bûn, ji ber destkurtî û hejarî, bi neçarî şev li derve mabûn û tewana evê nebûn ku biçine hutêlek an musafirxanan de bimînin.
Ew kedkarane li bajarê Qurwe çûnûme bajarê Tehranê û yekemîn car ji ber deriyê bînaya serkomariya rejîma Îslamiya Îranê narizayetiya xwe derbirîn û piştre çûbûne ber deriyê parlemana şivraya Îslamiya Îranê.