Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan gotûbêj

13:25 - 26 Îlon 2013

Şehab Xalidî


Koşka Sipî ragehnadiye ku Barak Obama serkomarê Amerîkayê di nameyekê de bo Hesen Rûhanî ragehandiye ku hekî Tehran nîşan bide ku li pey bidestveanîna çekên navikî de nine, Amerîka amade ye ku kêşeya xwe ya navikî di gel Îranê çareser bike.

Hesen Rûhanî jî ragehandiye ku Îran tu carî çekên navikî çê nake. Ji aliyek din ve Xamineyî jî ragehand ku em pêşwaziyê ji hereketên rast ên dîplomatîk dikin û me bawerî bi nermrewiya qehremanane! heye, û em tu carî li pey bidestveanîna çekên navikî de nebûne. Xamineyî rêberê rejîma Komara Îslamiya Îranê pêştir jî ragehandibû ku li Îslamê de çêkirina çekên navikî heram e, û gellek berpirsyarên din jî bi awayek eşkere ragehandin ku me tu carî hewil bo çêkirina çekên navik nedaye.

Di rastî de li heyamê van çend salên ku gotûbêj di navbera welatên 5+1 de hebûye heya niha jî, çi pêşkevtinek di gotûbêjan de bi dest nehatiye, û tenê bo rejîma Îranê kuştina demê, siyaseta domandina gotûbêjan bûye, û her di vê rastayê de şik û gumana vê hindê heye ku ew li binkeyên xwe yên navikî de mijûlî çêkirina çekên navikî bin. Lewra gellek asayî ye ku Xamineyî û Rûhanî bona derketina ji vê kirîza aborî û siyasî pirsa çênekirina çekên navikî û amadeyiya bo gotûbêjan bi Amerîkayê re bînne rojevê, da ku rûyeke nermrewane û aştîxwazane ji deshilata xwe nîşan bidin, lewra tê çavnihêrîkirin ku dîsan wek serdemê Xatemî hinek diruşmên nerm û xelkxapîn bidin da ku bikarin bala bîrûraya giştî bo aliyê xwe rakêşin, û dîsan hewlê bo mana zêdetir li ser deshilatê bidin.

Lewra xelkê Îranê daxwazkarê zexta zêdetir li ser rejîma Îranê û lawazkirina vê rejîmê ne, û gumana wan di vê de nine ku tenê riya rizgariya wan ji destê zordariyê, tenê rûxandina vê rejîma dijî gelî ye, û gotûbêj wek carên pêşîn wê bê encam bimînin.