Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan hêzên rejîm kolberekî Kurd bîrîndar kirin

22:11 - 14 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Koberekî Kurd xelkê gundê “Nêwçuan”a ser bi bajarê Serdeştê, seba teqeyên raste rastên hêzên rejîma Îslamiya Îranê birîndar bû.
Roja 13’ê Tebaxa 2013’an, hêzên çekdarên rejîma Îslmaiya Îranê li sînorê Serdeştê êrîş kirine ser hejmarek kolberê Kurd û di encama destdrêjiya raste rasta wan hêzane de kolberekî Kurd bi navê “Osman Nebûpûr” temen 28 salî û xelkê gundê gundê “Nêwçuan”a ser bi bajarê Serdeştê, bi tundî hat birîndar kirin.
“Osman Nebûpûr” bi birîndar kete destê hêzên rejîm û piştî destgîr kirinê bo heyemekî dûr û dirêj û di encama xirabiya tedurustiya navbira, bo nexweşxaneyekî bajarê Urmiyê veguhastin.