Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan lêgerîna bona peydakirina termê sê Kolberên vunda bûyî ên li devera Mirgewerê destpê kir

12:40 - 5 Gulan 2022

Xelkê devera Mirgewer bona peydakirina termê sê Kolberên vunda bûyî ên Kurd carek din beraxwe dane geliyê Bênarê.

Roja Pêncşemî 5`ê Gulanê xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye, bona peydakirina termê 3 Kolberên Kurd ên xelkê gundê “Bawa” a girêdayî devera Mirgewrê ,ev bo çendîn caran lêgerîna xwe destpêkirin e.

Ev sê kolberên Kurd li ser sînûrê destkird yê dinavbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê li cihê binavê geliyê Bênarê vunda bibûn.

Xelkê devera Mirgewer biryar dane ku îro tenê li cihê ku reniya befrê hatiye lê bigerin çimkû egera vê yekê heye ku ew sê kolber dibin berfê de mabin.

Nêzî 5 mehan berî niha sê Kolberên Kurd yên bi navên “Balûl Seydanîfer, Ese`id Seydanîfer û Barzan Mehînî” di dema zivirîna ji Bakurê Kurdistanê, bi sedema barîna befê û rabûna ba û bageyê li nêzî sînor li geliyê Bênarê rêya xwe vunda kiribûn û piştî heyamek zêde ji lêgerîna xelkê deverê, heta niha jî ev sê Kolberên kurd nehatine paydakirin û qedera wan nexuyaye.