Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya şehîd Ebdulla Qadirîazer koça dawiyê kir

19:45 - 31 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Zara Qadirîazer diya şehîd Ebdulla Qadirîazer endamê pêşîn ê rêberiya PDKÎ li Nexedê koça dawiyê kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja 29’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an Zara Qadirîazer diya şehîd Ebdulla Qadirîazer nûnerê pêşîn yê PDKÎ li derveyî welat bi sedema nesaxiyê di temenê 86 saliyê de koça dawiyê kir.
Navbirî gellek caran ji aliyê karbidestên Komara Îslamiya Îranê ve ketibû ber eziyet û azarê, û piştî vê ku navbirî di sala 1986’an de serdana şehîd Ebdulla Qadirîazer kiribû, bo heyamê salekê hatibû girtin.

7236.jpg


Şehîd Ebdulla Qadirîazer sala 1989’an  digel Dr. Qasimlo li bajarê Viyenê di dema gotûbêja digel nûnerên rejîma Îranê bo çareseriya pirsa Kurd li Kurdistana Îranê  hate terorkirin.
Bi boneya koça dawiyê ya navbirî PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karê wê, û xwe hevbeşê xem û nerehetiya wan dizane.

Riha wê şad be