Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Domkirina Kêmbûna nan û ard: Bajarê Nexedê jî ber bi rewşeke xirap rûderû bû

21:58 - 2 Hezîran 2013

kurdistanmedia: Arîşeya kêmiya nan li çendîn rojên derbas bûyî de hejmarek ji bajarên parêzgeha Urmiyê girtiye û di vê navberê de bajarê Nexedê pitir li gel vî qeyîranî berbirû bûye.

Li çend rojên derbas bûyî de hejmarek bajarên parêzgeha Urmiyê pêk hatiye ji: Bokan, Şino, Pîranşehir û Tikab li gel qeyîrana nebûna ard û kêmbûna nan rûderû bûne û hevwelatiyên bajarê Nexedê jî li vî qeyîranê de bêpar nine.

Di vê pêywendiyê de welatiyekî vî bajarî bi nûçegehaniya Fars ragehand: Serbarî evê ku rejîma Îranê bi berdewamî bangewazî kêfa xwe (Xudkêfayî) li varî Genim de bike, lê pişkek berçav li bajarên Kurdistana Îranê li gel arîşeya kêmbûna nan û kêmbûna ard berbirû bûn.

Her a niha ev hemû piropagendane hemwelatiyên Kurdistanê li gel qeyîrana nan rûderû kirine û nawenên pêwendîdar sehmiya nanivaxanan kêm kiriye.

Çend rojeke hemwelatî bo bi dest anîna çend nanekê evjî eger kareke wisa tûnebin, dibe bo çend demijmêran ji berê derkê nanivaxanê rawestin û gelek caran jî ew çend nane nagehîje van.

Di vê demê de ku sehmiya ardê nanivaxana ji aliyê şevraya ard û nan bajaran ve kêm bûye, welatî şahidê daxistina çendîn nanivaxanan li bajarên Kamyaran, Şino û Xoyê bûn.

Ev nebûna nan û ard li gor cihên din, pitir li bajarên Kurdistana Rojhelatê ev qeyrane heye û ev astengiye domdike û roj bi roj zêdetir dibe.

Di bajarê Sine ev astengiye dom dike û narizayetiya xelkê di vî bajarî çêbiye, li bajarê Sine sehmiya rojana ardê nanivaxana li 10 kîsan bo 6 kîsan kêm kirine û nanivaxane bi mecbûrî heya demijmêr 10 sibîzû dişixolin.