Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump: Heya ez Serkomarê Amerîkayê bim Îran vê ti caran nebe xwedî çeka navkî

10:35 - 9 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî piştî êrîşa şeva Çarşemî, 18`ê Befranbarê, ya Îranê li dijî binkeyên Amerîkayê li Îraqê, yekem civîna pêk anî û têde ragihand, ku di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye leşkeriyeke wan.

Roja Çerşemî 18`ê Befranbarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî piştî êrîşa Îranê li dijî binkeyên Amerîkayê li Îraqê, civînek pêk anî û ragihand, ku di êrîşê de ti ziyanek negihîştiye leşkeriyeke wan.

Trump da zanîn ku, kuştina Fermandarê Spaha Quds a terorîst a Îranê bi fermana min bûye û got: “Qasim Silêmanî di kuştina gelek Amerîkiyan de berpirs bû û ew sedema nearamiya deverê bû û diviya ew zûtir bihata kuştin.”

Serokê Amerîkayê, Îran bi sponsoriya terorê pênase kir û got: “Heta ez serokê Amerîkayê bim, Îran ti caran nebe xwedî çeka navkî.”

Herwisa Trump got jî: Divê ew rêketina navkî ya xirab bidawî bihêt. Divê rê nehête danê ku destê Îranê bigehe çekên navkî û dest ji piştevanîkirina terorê helgire. Niha dema wê yekê ye ku Civata Asayîşa Navdewletî û Almanîya wê rastîyê bizanin ku divê xwe ji niha ve ji rêktina Îranê dûr bixin.  Divê bi hev re kar bikîn daku rêketineke nû encam bidîn têde cîhan saxlemtir û aramtir be. Îran bibe welateke aştîxwaz. Lê heya Îran berdewam be ji têkdana rewşa Rojhelata Navîn, ew aştî rû nade. Divê em hemû peyameke giştgîr bo Îranê bişînîn û bi  Îranê re bêjîn, êdî nabe û em rê nadîn bi wî awayî berdewam bibî.